Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban Dibêje Ew Netanyahu Vedixwîne Macaristanê


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê got ku ewê hevtayê xwe yê Îsraîlî Benjamin Netanyahu vexwîne welatê xwe.

Orban ser biryara Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC), ku fermana girtina Netanyahu daye, dîyar kir ku ew garantîyê dide ku ewê li gor wê biryarê tevnegere.

ICC do Pêncşemê ser Netanyahu û wezîrê wî yê berê yê berevanîyê û Rêberê Hamasê Îbrahîm El Masrî ser pevçûnûn li Gaza û sûcên dijî mirovahîyê fermana girtina wan dabû.

Orban, ku welatê wî niha seroktîya şeşmehî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) dike, ser biryara ICC’ê got ku şaş e.

Wî dîyar kir ku Netanyahu dikare li Macaristanê bi awayekî ewle danûstandinan bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG