Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Macaristan û Tirkîyê ser Endamtîya Swêdê ya NATO Ti Danûstandin Nekiriye


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban roja Pêncşemê di preskonferansekê de dîyar kir ku wan û Tirkîyê ser endamtîya Swêdê ya li NATO ti danûstandin nekiriye.

Orban got ku wê parlemana Macaristanê dema pejirandina endamtîyê dîyar bike.

Wî da zanîn ku li Macaristanê parlemanterên partîya desthilatê ne gelek bi dilê wan e ku endamtîya Swêdê bipejirnin.

Serlêdana Swêdê ya jibo endamtîya li NATO jiber redkirina piştgirîya Tirkîye û Macaristên hatîye paş xistin.

Orban meha Îlonê jî dîyar kiribû ku Macaristan jibo pejirandina endamtîya Swêdê lezê nake.

Budapest dibêje ku sîyasetvanên Swêdî, Macaristanê bi awayekî bêbingeh ser binpêkirina mafên mirovan rexne dikin û dîyar dike ku jiber vê endamtîya wê nayê pejirandin.

Parlemana Macaristanê ya niha di betlaneya zivistanê de ye wê meha Sibatê dest bi xebatên xwe bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hemî endamên NATO heta niha serlêdana Swêd ya endamtîya di NATO yê de qebûl kirine, tenê Tirkiye û Macaristan mane.

Serokomarê Tirkiyê berî du rojan serdana Macararistnaê kiribû û derbarê gelek mijaran civîn ligel Serokwezîrê welêt Viktor Orban encam dabûn.

Swêdê berî niha gelek caran Tirkiye û Macaristan derbarê binpêkirina mafên mirovan rexne kiribûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG