Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban Piştî Serdana Çînê Tê Amerîka


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ligel Serokê Çînê Xi Jingping.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ligel Serokê Çînê Xi Jingping.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Duşemê got ku ewê piştî danûstandinên li Çînê yên ser aştîya Ukrayna here Washingtonê.

Macaristanê Tîrmehê bi ‘’Ewrupa Jinûve Mezin Bike’’ dest bi seroktîya demkî ya Yekîtîya Ewrupa (YE’) kir ku wê sloganê gotina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, ku YE bi tundî rexne dikir û hevbendê nêz yê Orban bû, bi bîr xistin.

Orban ji destpêka seroktîyê vir ve Orban serdana Kîev, Moskow û Pekînê kir û wî ser wan serdanan got ku jibo şerê li Ukrayna mîsyona aştîyê ye.

Ev serdana Orban li vê demê rast hat ku piştî çend rojan hilcivîna NATO li dar dikeve û Komîsyona Ewrupa jî hefteya borî piştrast kir ku ewê jibo derfirotina maşîneyên bi elektrîk yên Çînê bacên gumrikê bîne.

Orban yê neteweperwer ku piştgirîyê dide Trump ku ew vegere Qesira Sipî, meha Adarê bi wî re kom bûbû, lê niha ti nîşana civîneke wan ya nû tune ye.

Hikûmeta Macaristanê serdana Washingtonê ji medyaya civakî ragihand, lê wê ser pirsên derbarê hûrgilîyan ti bersîv neda.

Orban li hember dagirkerîya Rûsya red kir ku çekan bişîne Kîevê û bi Moskowê re peywendîyên xwe yên nêz yên aborî domandin.

Orban Îna borî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re kom bûbû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG