Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE ji Orban re Dibêje Rêzê li Mafên LGBT'yan Bigire


Macron û Orban
Macron û Orban

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte ji hevtayê xwe yê Hungarî Viktor Orban re got ku rêzê li mafên LGBT'yan bigire yan jî ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve.

"Gotinên min li ser bingeha nirxên me ne, loma min ji Orban re got divê ew vê qanûna nû ya dijî LGBT'yan paşve bikşîne. Divê tu biryar bidî ku nirxên Ewrupî diecibînî yan ne. Ger nirxên Ewrupî ne nirxên te ne, hîngê divê hizra derketina ji vê hevbendîyê bikî.”

Pisporên hiqûqî pêşbînî dikin ku hin endamên YE di dadgeha herî bilind ya Ewrupî de dijî Macaristanê dozekê vekin.

Serokê Luksemburgê Xavier Bettel got ku divê YE hizra sekinandina diravên ku dişîne Budapeştê bike jiber ku ew nirxên demokratîk yên yekîtîyê dişkîne.

Hikûmeta Hungarî berî demeke kin qanûnek pejirandibû ku qaşo zarokan ji êrîşkarên seksî diparêze ku Serokwezîrê Belçîkî Aleksander De Croo ew yek wek biryareke paşverû bi nav kiribû.

Orban, ku di sala 2010'an hatibû ser desthilatê, gav bi gav bûbû rêberekî otorîter û polîtîkayên wî dibe sedema rexne û nerazîbûnên welatên lîberal yên Rojavayî.

Orban rexneyên dijî xwe red dike û dibêje ku ew hewil dide nirxên Katolîk yên welatê xwe biparêze.

Wî ji rojnamevanan re gotibû ku qanûna wî ya nû ne dijî mirovên gey e, lê armanc dike ku mafên deûbavan ya perwerdeya seksî ya zarokên xwe misoger bike.

YE givaştinê li ser Orban xurt dike ku wê qanûnê paşve bikşîne.Berî çend rojan 17 ji hemî 27 endamên yekîtîyê, ku di nava wan de Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî hebû, nameyeke hevbeş îmza kiribû û pêgirîya xw eya ser mafê mirovên gey dubare kiribû.

Bettel, ku bi eşkereyî gey e, got ku Polonya û Slovenya destek didin biryara Orban.

Wî got ku êdî dem hatiye ku Bruksel helwesteke nû li dijî Orban bîne pêş ku ew jî rawestandina alîkarîya diravî ya ji Macaristanê re ye.

XS
SM
MD
LG