Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina 'OSCE' Dibêje, Bo Serbestberdana Çavdêrên Li Rojhilatê Ukraynayê Hewil Dide


Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê roja Şemiyê got ku ew dixebite ku hejmarek endamên Tîma Çavdêriya Taybet (SMM) ku li rojhilatê Ukraynayê hatibûn desteserkirin serbest berde.

" Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê (OSCE) gelekî nîgeran e ku hejmarek endamên tîma netewî ya li Donetsk û Luhansk ji azadiya xwe bêpar mane. OSCE hemî kanalên berdest bikar tîne da ku serbestberdana karmendên xwe sanahî bike," ofîsa wê ya medyayê di bersiva pirsekê de got lê hûrgulîyê pirtir nedan.

XS
SM
MD
LG