Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kes bi Tawana Endametiya DAIŞê li Norwec Tên Zînadanîkirin


Ji paytexta Danîmark Kopenhagenê hat ragihandin ku, roja çarşemê dadgeha bajarê Oslo paytexta Norvec 2 kes bi tawana terorê dadgehkirin.

Dadegha bajarê Oslo biryar da ku, welatiyê Norwecî Hasan Ahmed yê 46 salî û Adam Îdrisovich Magomadov yê 23 salî yê bi tenê mafê xwecihîya demkî li Norvecê heyî bên zînankirin.

Dadgeha Oslo biryara xwe ya derbarê tawana herdû kesan de ragihand, Hasan Ahmed bi 6 salên zîndanê û Adam Îdrisovich bi 7 salên zîndanê hatin girtin, dadgehê ev biryar stend piştî belgeyên rast di dest wan de hene ku bêgoman dê evan kesan çalakî encam daban û têkiliyên wan bi rêxistina dewleta Îslamî DAIŞê re hene.

Ajansa Associated Press (AP) li gur belgeyên ji dadgehê bidest xistine, dide zanîn ku herdû kes sala 2014an çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûn e, sala par vegeriyane,wan dixwestin dîsan vegerin, lê li bajarê Oslo hatin girtin.

Parêzvanê kesê tawanbar Hasan Ahmed dibêje ewê biryara dadgehê red bikin û daxwaza ji nû ve dadgehkirinê bikin, lê jibo Adem tiştek nehat gotin.

XS
SM
MD
LG