Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Biryara Berdewama Girtîna Karsaz Osman Kavala Da


Xwepêşandanên bi navê Parka Gezî sala 2013’an de dijî hikûmeta Tirkîyê li Stenbolê destpê kiribû û li seranser bajarên Tirkîyê jî belav bibû.

Di van xwepêşandanan 10 kes kesan jîyana xwe di dest dabûn ku 8 sivîl 2 jî polîs bûn.

Piştî 6 salan dijî xwepêşandanên Parka Gezî li Stenbolê doz hat vekirin û dozger xwepêşandanên Parka Gezîyê wek hewildaneke derbeyê bi nav dike.

Di vê dozê de 16 kes têne darizandin û jibo 16 kesan cuda cuda ji 606 salan heta 2,970 bi giştî jî 47,520 sal ceza tê xwestin.

Lê tenê Karsaz Osman Kavala ev 819 roj in girtî ye û bi tawanên wek “rexistinkirin û fînansekirina xwepêşandanan û “Jiholêrakirina Komara Tirkîyê” tê darizandin.

Rûnîştina 5’an ya dozê îro li Dadgeha Sîlîvrî ya Stenbolê tê dîtin.

Parêzerê Kavala Îlkan Koyuncu û parêzerên 15 kesên din, piştî parastinan daxwaza redkirina heyeta dadgerîyê kirin û jibo protestokirinê, dadgeh terikandin.

Serokê dadgehê jî dîyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) hîn zelal nebûye, loma biryara berdewama girtina karsaz Kavala da.

Li alîyeke din ve serokê Partîya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî li ser darizandina Kavala li meclîsa Tirkîyê axifî.

“Îro doza Osman Kavala tê dîtin. Hemî kesên xwedî wîjdan dizanin ku dijî Kavala neheqî tê kirin. Herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî girtina Kavala rexne kir. Di 10ê Berfanbara 2019’an de, ku roja mafên mirovan e, dadgehê xwest ku Kavala were berdan. Lê jiber ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî nehatiye wergerandin, Kavala nehat berdan. Ger ev biryar neyê wergerandin, Kavala dê heta hetayê di girtîgehê de bimîne?, ” wî got.

Hêjayî gotinê ye ku rûniştina 6’an ya doza Parka Gezîyê dê 18 Sibatê de were dîtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG