Lînkên eksesibilîtî

Du Sûrîyên Hevrik li Stenbolê Mirî Hatin Dîtin


Orouba û Halla Barakat

Bizavkareke Sûrî û keça wê ya rojnamevan li mala xwe ya li Stenbola Tirkîyê mirî hatin dîtin.

Mirina Orouba Barakat ya 60 salî û keça wê Halla ya 22 salî, piştî ku hevalên wan dîyar kir ku ew wenda de ne, eşkere bû..

Xwişka Orouba, Şaza Barakat li ser Facebookê îdia kir ku her du jin ji alîya dîktatorîyê ve hatine kêr kirin.

‘’Orouba bo rojnameyan nûçeyan li manşetan hazir kirin, sûcdar dişopandin û ew eşkere dikirin. Niha jî navê wê û keça wê Halla li manşetan e.’’ nivîsî Şaza Barakat

Medya Tirkîyê jî radigihîne ku Orouba derbarê êşkenceyên li girtîgehan yên dema destihilata Serokê Sûrîyê Beşar Esad vedikolaye.

Halla Barakat, di Orient News de, ku alîgirê opozîsyona Sûrîyê ye, wek edîtor kar dikir. Ajans didin zanîn ku Halla Barakat hemwelatîyê Amerîka bûye.

Medya Tirkîyê hewriha dîyar kir ku termên dayik û keç bi lihêfan hatiye pêçandin û bo bîn nede toza kirêcê li ser her duyan hatiye reşandin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG