Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çînê Dijî 11 Amerîkîyan Toleyên Nû Ragihandin


Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian

Çînê wek bersîvdana Amerîka ya ragihandina toleyan ya ser 11 karbidestên Hong Kongî û Çînî jiber sînorkirina azadîyên sîyasî yên Hong Kongê, îro Duşemê ser 11 hemwelatîyên Amerîkî toleyên nû ragihandin.

Di nav kesên ku tolekirî de qanûndanerên navdar yên Amerîkî senator Ted Cruz, senator Marco Rubio, senator Tom Cotton, senator Josh Hawley û senator Pat Toomey û kongresman Chris Smith hene.

Dîsa, bi biryara nû ya Çînê rêvdebirên ji rexistinên sîvîl û ji mafparêz jî xistine lîsta toleyan.

"Wek bersîvdana dijî vê pêngava çewt ya Amerîka, Çînê biryar da ku ser kesên ku di derbarê mijarên ku girêdaye Hong Kongê de, bi şewazek gelek xirab tevgerîyane, toleyan ragihîne," berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian îro got.

Peywendîyên di navbera Amerîka û Çînê, bi sedema lihevnekirina li ser mijarên bazirganîyê heya Hong Kong û rêvebirina peyvajoya vîrusa korona, xirabtir dibe.

Qanûndanerên Amerîkî yên ku îro Duşemê ji hêla Çînê ve hatin armanc kirin, hember qanûnekê nû ya Pekînê ya hember Hong Kongê rexnegirên hêzdar bûn.

Ew qanûna ewlehîya neteweyî desthilata darayî ya Çînê li ser Hong Kongê xurttir dike.

Hejayê bîr xistinê ye ku meha borî Amerîka jiber kiryarên dijî Misilmanên Uygurî yên li herêma Sincan (Xinjiang) hember karbidestên payebilind yên Çînî toleyên nû ragihandibûn.

Piştî vê biryara Amerîka, Çînê jî li ser senatorên Cruz, Rubio, Smith û karbidestên din yên Amerîkî tole danîbûn.

Di nava toleyên nû de, serokên 5 rêxistinên sîvîl yên Amerîkî: Piştevanîya Neteweyî ya bo Demokrasîyê, Enstîtuya Neteweyî ya Demokrat ya jibo Peywendîyên Navneteweyî, Enstîtuya Komarî ya Navneteweyî, Rexistina Mala Azadî (Freedom House) û Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) hene.

Di meha Mijdarê de jî dijî wan 5 rexistinan, bi sedema helwestên xwe yên di derbarê Hong Kongê de, tole hatibû ragihandin.

XS
SM
MD
LG