Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Êrîşbirên Înternetî yên Rûsî E-mailên Xezîneya Amerîka Dişopandin


êrîşbirên înternetî

Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku e-maîlên navxweyî yên wezareta Xezîne û Bazirganî yên Amerîka ji hêla êrîşbirên înternetî ve hatine hack kirin û hatine şopandin.

Jêdaran ragihand ku Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîka roja Şemîyê li Qesra Sipî jiber girîngîya êrîşê civînek pêk anîye.

Karbidestên Amerîkî di derbarê ragihandina bûyerê gelek eşkere agahdarî nedan, lê gotin ku wan ji Ajansa Ewlekarî ya Sîber û Binesazîyê û FBI lêpirsîn xwestinin.

Berdevkê Konseya Ewlehîya Neteweyî John Ullyot got ku ew bo destnîşankirin û rastkirina pirsgirêkên pêkan yên girêdayî vê rewşê hemî gavên pêdivî davêjin.

Hikûmata Amerîka heya niha eşkere nekirîye ku kî dibe ku li paş erîşê be, lê tê bawer kirin ku ev êrîşbirên înternetî bo Rûsya dixebitin û Rûsya berpîrsîyarê êrîşê ye.

Wezareta karên derve ya Rûsya bi daxuyanîyeke ser Facebook ev îda wek hewildanek din ya bêbingeh ya medyaya Amerîkî binav kir.

Tê bawer kirin ku êrîşbirên înternetî agahdarîyên kiryarên kompanîya IT SolarWinds dizînin.

IT SolarWinds ji kiryarên hikûmetê yên rêvebirîyê, artêşê û karûbarên îstîxbaratê re xizmetê dike.

Kompanîyê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku dibe ku êrîşeke ji hêla dewletek bîyanî ve hatîbi kirin, lê pirtir hurgulî neda.

Ev êrîşa ser înternetê, jibo rêvebirîya nû ya serokê bijartî Joe Biden kêşeyeke mezin derdixe pêş.

Reuters ji zarê hin jêderan dibêje ku ev êrîşeke sîxurîya sîber ya mezin e ku hikûmeta Amerîka û berjewendîyên wê armanc dike.

Êrîşbirên înternetî ketine nava hesabên e-mailên karmendan yên ser Microsoft - Office 365.

Microsoft û Wezareta Xezîne bersîva daxwaza şîrovekirinê nedanin.

Hevdem, FBI û Ajansa Ewlehîya Neteweyî ya Amerîka jî bersîva daxwaza şîrovekirinê nedane Reutersê.

XS
SM
MD
LG