Li eyaleta Georgia jibo gera duyê ya hilbijartina 2 endamên Civata Senatoran dengdana pêşdem ya kesane îro destpê kir
Hem Komarî hem jî Demokrat hewil didin ku her du kursîyan wergirin ku bikaribin kontrola Civata Senatoran bi dest bixin.
Komarî dengdaran hişyar dikin ku polîtîkayên Serok Donald Trump di bin xetêrîyê de ne û Demokrat jî dibêjin bîma saxlemîyê û alîkarîya bo vîrusa korona girîng e.
Pispor bal dikşînin ku Komarî dikarin li vê eyaletê serketî bin ku partîya wan demeke dirêj e li wê derê desthiltdar e.
Lê, serketina Biden ya hember Trump meha borî hêvîyên Demokratan bo serfirazîyeke din geş kir.
Demokrat hêvîya xwe bi hilbijerên ne sipî, genc û sipîyên derçûyên zanîngehan bajaran û taxên dervayê bajaran û bi taybetî jî li herêma Atlanta girêdidin.
Komarî jî piranî li herêmên din piûtevanîyên xurt werdigirin.
Pêzanînên sazîya McDonald nîşan didin ku heya niha zêdetirî 200.000 kes bi rêka postayê deng dane ku ev hêvîyên beşdarbûna 3.5 mîlyon û 4 mîlyon pirtir hilbijêran zêde dike.
Di hilbijartina giştî de hema hema zêdeyî 5 mîlyon mirov, bi qasî 1.3 mîlyon kes jî bi rêka postayê dengên xwe bi kar anîn.
Lê, her du alî jî jiber alozîya sîyasî, pandemîya vîrusa korona û şertên xirab ya hewaya zivistanê ya li herêmek ku qeşa û berf dikare rêwîtiyê felç bike û herwiha bê hebuna Trump di birina hilbijêran ser sindoqan de rûbirûyê dijwarîyan dimînin.
Hevdem, li Georgia bi sedema ku nêzîkê 200.000 kes ji lîsteyên dengdanê hatine derxistin û partîya Komarî dixwaze dengdana bi postayê betal bike, şerên dadgehê jî derxist holê.
Şerê navxweyî yê Komarîyan yên ser îdayên Trumpê yên sextekariyê yên bêbingeh dikare bibe sedem ku hin alîgirên serok jibo protestokirinê li mal bimînin.
Trump û Cîgirê Serok Mike Pence çûbûn Georia da ku alîgirên xwe hişyar bikin ku wendakirina dengdanê tê wateya desthilatdarîya rêveberîya Partîya Demokrat ya li Washington.
Qezenckirina 2 senatorên Demokrat yên li Georgia, li Senatoyê bi 50 kursîyan Komarî û Demokrat wekhev dibin.
Heke wiha be, wê demê ewê Demokrat Senato kontrol bikin jiber ku Kamala Harris dikare wek cîgirê serok dengê xwe bi kar bîne.
Tê pêşbînî kirin ku Biden roja Sêşemê serdana Atlantayê bike da ku alîgirên xwe bixwaze ku dengên jibo berbijarên Demokrat Warnock û Ossoff bi kar bînin.