Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje di Êrîşa Çekdar ya Dijî Nobedarîya Hevbeş de 2 Leşker li Îdlibê Birîndar Bûn


Hêzên Rûs û Tirk li Îdlibê (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku maşîneyeke wê ya zirxîn, di dema nobedarîya hevbeş ya Rûsî-Tirkî de, li herema Îdlibê bûye armanca êrîşeke çekdar.

Wezaretê da zanîn ku di êrîşa li bakurê rojavayê Îdlibê de 2 leşker birîndar bûne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî ser Twitterê ragihand ku maşîneyeke wan jiber peqîna di dema nobedarîyê de zarareke sivik dîtiye. Wezaretê bi berdewamî got ku bi lezgîni bersîva êrîşa çekdarî hatiye dayîn û operasyona wê li herêmê hîn jî didome.

Hejayî bîrxistinê ye ku Rûsya û Tirkîyê di Adarê de dest bi nobedarîyên hevbeş kiribûn û wan heta niha 26 gerên hevbeû yên nobedarîyê kirine.

Berî wê, di navbera her du alîyan de pevçûnên mezin derketibûn û artêşên wan giheştibûn ber şerekî û nêzî mîlyoneke Îdlibî derbider bûbûn.

Di destpêka vê mehê de, Rûsya dîyar kiribû ku nobedarîyên hevbeş yên li Îdlibê jiber êrîşên zêdebûyî yên li ser rêya M4 ya navbera rojhilat û rojavayê Sûrîyê hatine sekinandin.

XS
SM
MD
LG