Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girtîgeha Tusconê, li Arizona 517 Girtî bi Korona Ketin


Prison Chicago

Karbidestên Sazîya Bicîhanîna Cezayan, Rehabîlîtasyon û Vegarandinê ya Arizona îro Çarşemê ragihand ku pişti testkirina 39 hezar girtîyên li girtîgeha bajarê Tusconê, testên vîrusa korona yên 517 girtîyan erênî derketine.

Karbidestan ragihand ku nêzî nîvê girtîyên ku li beşa Whetstone ya girtîgehê dimînin bi vîrusa korona ketine.

Berî ku karbidestên Sazîya Bicîhanîna Cezayan bûyerên li beşa Whetstone tespît kirin, sazîyê ragihandibû ku ji destpêka pandemîyê vir ve, 890 girtî bi nexweşîya COVID – 19 ketine û 21 girtî jî bi heman nexweşîyê mirine.

Herwiha, karbidest dibêjin ku testên vîrusê yên 564 karmendên Sazîya Bicîhanîna Cezayan jî erenî derketine.

XS
SM
MD
LG