Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya li Derya Ege Kûrtir Dibe, YE Piştgirî Dide Yunanistanê


Keştîya Tirk li Derya Ege
Keştîya Tirk li Derya Ege

Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis ragihand ku ewê avên xwe yên herêmî, ku firehîya wê niha 6 mîl e, bigehînin 12 mîlan.

Wî got ku ev biryar wekî bersîvdana krîza niha ku bi Tirkîyê re ser mafên sondajê ya rojhilata Derya Sipî didome, hatiye girtin.

Mitsotakis ji parlamana welatê xwe re got ku Yunanîstan dev ji sîyaseta xwe ya derve ya bêçalak û pasîf ya bi dehsalan berdide.

Firehkirina ava herêmî jibo Yunanistanê mafeqeke qanûnî ye, li divê ew yek dora berava wê ya li rojavayê, ku li Îtalya dinêre, were kirin ku rasterast herema ku niha alozî li ser didome, bandor neke.

Hevdem, Serokê Tirkîyê Erdogan îro Yunanîstan hişyar kir ku sebir û wêrekîya welatê wî neceribîne.

"Tirkîyê wê mafên xwe yên li Derya Sipî, li Ege û li Derya Reş bistîne. Ez bi biryar im ku her tiştê pêdivî, di astên sîyasî, aborî û leşkerî de bikim,” Erdogan got.

Gotinên Erdogan yên tund piştî hewildana navbeynkariya Almanya hat ku wezîrê derve yê wî welatî Heiko Maas Sêşemê banga kêmkirina alozîyan kiribû û hişyarî dabû Tirkîyê ku çirûskek dikare bibe sedema felaketekê.

Her du hevalbendên NATO'yê ser çavkanîyên enerjîyê yên li Derya Sipî ketine nava krîzekê û her du welat jî dijî hev hîndarîyên leşkerî yên deryayî pêk tînin.

Dîsa, Tirkîyê û Yunanîstan artêşên xwe xistina rewşa hişyarîya bilind û keştîyên şer ni hevdu xistine rewşa amade ku di alozîya berdewam de ku Yekîtîya Ewrupî jî ketiye nav wê pirsgirekê.

Maas, piştî civîna bi hevtayê xwe yê Yunanî Nikos Dendias re ragihand ku rewşa niha ya li rojhilata Derya Sipî lîstina bi agirê ye û çirûskeke her çiqas piçûk be jî dikare bibe sedema malwêranîyekê.

Wî dîyar kir ku Almanya û tevahîya YE bi piştvanîyeke xurt li kelêka Yunanîstanê disekinin.

"Tiştê ku niha em bêguman û bi lezgînî hewce ne nîşanên kêmkirina alozîyan e û amadebûna bo danûstandinê ye," Maas got.

Tirkîyê û Yunanîstan roja Sêşemê li beşên di heremeke berfireh yên di navbera Gîrît û Qibrisê de hîndarîyên leşkerî ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG