Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îrlanda Dibêje ku Ew Dikarin Vekirina Baran Paş Bixin


Serokwezîrê Îrlanda Micheál Martin îro Duşemê hişyar kir ku ew dikarin vekirina bar û meyxaneyan paş bixin, piştî dîmenên dawîya vê hefteyê nîşan dan ku şenîyên mezin herikêne kolanan.

“Dibe ku jinûve vekirina bar û meyxaneyan were paş xistin. Emê ji karbidestên saxlemîya giştî pêşnîyaran bigirin. Divê mirov bi berpirsî tevbigerin,” Martin, ku bi qasî hefteyek berê dest bi posta serokwezîrî kiribû, ji radyo ya Cork’s 96FM re got.

Wêneyên ku roja Şemîyê li ser medyaya civakî hatine weşandin mirovên li derveyî hinek barên ya li navenda Dublînê nîşan didin ku mirov pîvanên dûrahîya civakî binpe dikin.

Gelek Îrlandî li ber barên ku di hefte borî de jinûve de hatibûn vekirin, civîbûn û xwarinê dixwarin û ew dîmen bûn sedema nerazîbûnên mezin

Li gor biryara berê ya hikûmetê, li ber bû bar û meyxaneyên mayî di 20'ê Tîrmehê de vebûna.

XS
SM
MD
LG