Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Hember 5 Kesên Îranî Cezayên Nû Ragihandin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Çarşemê ragihand ku hikûmeta Amerîkî dê di derbarê pênc berpirsên keştiyên Îranê, ku meha borî petrol biribûn, Venezuela, biryara toleyan bigire.

Tole, li pey şandina Îranê ya 1.5 milyon varîl petrolê ji Venezuela re, wek bersîveke bo berevanîya cezayên Amerîka hat dîyar kirin.

Wezîr Pompeo bal kişand ku Amerîka bi bîryar e ku pêkanîna givaştinan ser her du hikûmetan bidomîne.

Wezareta Xezîne yê Amerîka cezayên di derbarê kaptanên pênc keştîyên Xatên Barkişandina Îranê û kompanîya Tankerên Îranê yên Neteweyî ne, ku di demekî nêzîk de ceza li ser wan jî hatibû ragihandin. Ev sazî û kompanî benzîna Îranê dibin rejîma Nicola Maduro ya li Venezuela.

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin got ku piştgirîya rejîma Îranê ya bo rejima otorîter û bertilgir ya li Venezuela nayê qebul kirin.

Amerîka yek ji 50 welatan bû ku piştgirî ya xwe bo hevrikê sîyasî ya Maduro, Juan Guaidó dîyar kiribû.

Guaidó di destpêka sala 2019an de, wek serokê kongresê gotibû ku hilbijartina serok Maduro nehiqûqî û nerewa ye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Xezîne ya Amerîka, ev kaptan berpirsên pênc keştîyên bi ala Îranê ne ku benzîn û berhemên benzînê dibirin Venezuela û ew ketine nava lîsteya Kesên Taybet yên Neteweyî ya destnîşan kirî (SDN List).

Navên berpirsên keştîyên ku ceza di derbarê wan de hatine ragihandin wiha ne: Ali Danaei Kenarsari, Mohsen Gohardehi, Alireza Rahnavard, Reza Vaziri and Hamidreza Yahya Zadeh.

Hêjayî bîrxistinê ye ku toleyên nû nêzî mehekê piştî radestkirina benzînê hat ragihandin û dû axaftinên nakokî yên Serokê Amerîka Donald Trump yên li ser îhtîmala civînek bi Nicolas Maduro re hat ragihandin.

XS
SM
MD
LG