Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka Hizra Qedexekirina TikTok'ê Dike


TikTok

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê dîyar kir ku ew qedexekirina app'ên medya civakî yên Çînî, tevî TikTok dinirxînin.

Pompeo got ku Amerîkî divê di bikaranîna app'ên şewaza vîdyoyên kurt ya kompanîya ByteDance ya Çînî hîşyar bin.

"Ku hun naxwazin agahrîyên we yên taybet têkevin destê Partîya Komunîst ya Çînê, wê app'ê bi kar neyînin" Pompeo wek bersîva pirseke ser karanîna TikTok'ê got.

Amerîka dibêje ku ev aplîkasyon agahdarîyên kartîneran bi hikûmeta Çînê re parve dike, lê Çîn wê yekê red dike.

Bi armanca bersîva şîroveyên Pompeo, kompanîya TikTok ji Reutersê re got ku wê ti car pêzanînên kartîneran bi hikûmetê Çînê re parve nekirine.

Qanûndanerên Amerîkî xema xwe dîyar dikin ku TikTok xwe digehîne pêzanînên taybet yên kartîneran û ew jî jibo ewlehîya neteweyî ya Amerîkî xeter e.

Ew herwiha bal dikşînin ser qanûnên Çînî ku kompanîyên navxweyî neçar dikin ku hevkarîya xebata îstixbaratî bi hikûmeta bin kontrola Partîya Komunîst ya Çînê bikin.

Kompanîya TikTok jibo xweşkirina dilê kartînerên seranser cîhanê, ev demek e hewil dide ku xwe ji Çînê dûr bixe û ew app li wî welatî jî ne di bazarê de ye.

Daxuyanîya Pompeo di vê demê de tê ku alozîyên di navbera Amerîka û Çînê yên ser belavbûna vîrusa korona, kiryarên Çînê yên li Hong Kongê û şerê bazirganî bi tundî berdewam dikin.

Hêjayê balkişandinê ye ku piştî pevçûna ser sînorê navbera Hîndistan û Çînê, TikTok û 58 app'en din yên Çînî li Hîndistanê hatibû qedexe kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG