Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Mirinên COVID-19 ji 150,000 Derbaz Kiriye


Li gor ragihandina Reuters, hejmera mirinên jiber vîrusa korona yên li Amerîka îro Çarşemê ji 150,000 derbaz bûye. Ev bilindtirê rêjeya ji her welatekî din e û nêzî çaryeka ya hejmara mirinên tevahîya cîhanê ye.

Di nava 20 welatên ku hejmara pandemî herî zêde bi bandor de, Amerîka bi rêjeya 4,5 mirinên bo her 10,000 kesan di rêza şeşan da ye.

Tenê Brîtanya, Îspanya, Îtalya, Peru û Şîlî xwedî rêjeya bilindtir ya mirinên bo serê her mirovekî ne.

Pênc welatên ku xwedî rêjeya bilindtir ya mirinên bo her mirovekî ne, Brîtanya, Îspanya, Îtalya, Peru û Şîlî ye.

Hejmara mirinên li Amerîka ji sedî 23'ê ya tevahiya hejmara gerdûnî ya 660,997 mirinan pêk tîne.

Di 11 rojan de li Amerîka hejmara mirinên jiber vîrusê 10,000 zêde bû ku ev v ji destpêka Hezîranê ve, zêdebûna herî zûtirîn e.

Li gorî daxuyanîya sazîya saxlemîya dewletê, Eyaleta Florida îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 217 kes bi sedema vîrusê jiyanên xwe hinda kirine. Li Eyaletê ev li ser hev 2 rojên ku di rêjeya mirinên nû ya jiber nexweşîya COVID-19 rekor tê tomarkirin.

Piştî ku li Amerîka di 27'ê Gulanê de hejmera mirinên jiber vîrusê ji 100,000 kesan derbaz bû, leza rêjeya belavbûna vîrusa korona zêdetir bûye.

Navenda belavbûna vîrusa ya Amerîka ji derdora herama New York veguheztinê eyaletên Başûr û Rojava bûye ku ev eyaletana bi zêdetirî 32,000 mirinan xwedeyî hejmerên heri pirtirin.

Roja Sêşemê, li her yek eyaletên Arkansas, California, Florida, Montana, Oregon û Texas rêjeyên mirinan de rekor hat tomarkirin.

Bilindbûna bûyerên vîrusa korona, hêviyên ku bondorên herî xirab ya krîza aborî ya ku bûbû sedema girtina karsazîyan û bêkar mayîna bi mîlyonan Amerîkîyan derbazbûye, hilweşand.

Hejmara mezinbûnê hêviyên zûtir hilweşand ku welatî ji xirabûna qeyranek aborî ya ku karsaziyan perçiqandiye û bi mîlyonan Amerîkî ji karê xwe dûr xistiye, xirabtir bû.

Pisporên saxlemîyê ev bi mehane dibejên ku heke li Amerîka tedbîrên parastina dûrahîya civakî û karanîna maskan bi gelemperî li her dewerî were bicîhanîn, dibe ku belavbûna vîrusê were kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG