Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Florida jiber Zêdebûna COVID-19 Biryara Jinûve Girtinê Dide


Rêvebirîya devera herî mezin ya eyaleta Florida, Miami-Dade biryar da ku xwaringeh, sporgeh û cîhên girtî bi sedema zêdabûna bûyerên vîrusa korona dîsa werin girtin.

Bajarvanê Miami-Dade Carlos Gimenez jibo girtina wan cîhan fermaneke awarte ragihand û ew biryar heft hefte piştî destûrdana jinûve vekirina wan cîhan hate dayîn.

"Em dixwazin dabîn bikin ku nexweşxaneyên me jibo berdewamkirina rizgarkirina jîyanan xwedîyê karmendên pêdivî ne," Şaredar Gimenez îro Duşemê bi di daxuyanîyekê ragihand.

Li gor biryara nû, salonên porbirinê û firoşgeh vekirî bimînin. Herwiha cîhên din yên derveyî yên wekî hewzên otelan û kampên havînê jî vekirî bimînin.

Piştî ku girtina jibo dawîya heftaya 4'ê Tîrmehê, plaj û berav roja Sêşemê dê jinûve werin vekirin.

"Ger em bibînin ku qelebalix çêdibe û mirov li gor rêgezên saxlemîyê tevnagerin, ezê mecbûr bimînin ku dîsa beravan bigirim," Gimenez got.

Di heman demê de, Qesra Sipî bangên derxistina fermaneke neteweyî careke din red kir ku karanîna maskan bike mecbûrî.

Berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Mark Meadows îro Duşemê di bernameya bi navê "Fox and Friends" de ragihand ku Serok Trump vê mijarê wek pisgireka hindurîn ya eyaletan dibîne.

"Bêguman fermaneke neteweyî ne reva ye û em destûrê didin walîyên eyaletan û bajarvanên me yên xwecîhî vê yekê binirxînin û biryarê bidin," Meadows got,

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî pêşnîyara fermaneke netewî red kiribû û gotibû ku ew biryar li ser walîyan û berpirsên saxlemî yên xwecîhî dimîne.

XS
SM
MD
LG