Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan ji YE Cezakirina Tirkîyê Dixwaze


Serokwezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis

Yunanistan îro Sêşemê dîyarkir ku heke Ankara hewldanên xwe yên legerîna çavkaniyên xwezayî li Derya Sipî ne rawestîne, divê bilî ragihandina cezayên li ser Tirkîyê ji hêla Yekîtiya Ewrupî (YE) ve, ti alternatîf tunebe.

Navbera Tirkîyê û Yunanistanê de li ser îdîayên mafdarîya çavkanîyên hîdrokarbonê nakokîyên girîng hene.

Lê, tevî dijberiyên xurt yên Tirkîyê, piştî endamê YE Qibris jî dest bi hewldanên lêgerîna gaza xwezayî ya li heremên rojhilata Derya Sipî kir û ev nakokî giheştin asteke aloztir.

Hezên Deryayî yên Tirkîyê îro Sêşemê jibo xebata lêkolînê ya sîsmîkî ya li herema navbera başûrê Antalya ya Tirkiyê ye û di navbera Qibris û Gîrîtê de rewşa şêwirmendiyek lêgerê ya ku wekî Navtex tê zanîn dîyar kir. Ev rewş dê heya 20'ê Tebaxê bi bandor be.

Serokwezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis ji Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ku serdana Atîna dikir re got ku Tirkîyê mixabin kiryarên xwe dijminane yên dijî Yunanistanê, dijî Qibris û dijî tevahîya Yekîtiya Ewrpî, zêde dike.

"Neqaşkirina mafên serwerî yên Yunanistan û Qibrisê, neqaşkirina mafên Ewrupayê ye. Em pêşbînîya piştgirîya hevalbendên xwe dikin (ji bo cezayên li dijî Tirkiyeyê). Heya ku Tirkîyê pêkanîna vê rêyê bidomîne, cezayên li ser Tirkîyê dê bibe çareserîya tenê "

Tirkîyê dibêje ku ev di çerçova mafên wê yên serwerîyê de ye û idda dike ew li heremên ku Tirkîyê wekî nava sînorên xwe yên deryayî dihesibîne de, xebatên lêgerîna çavkaniyên xwezayî dike.

Pêywendîyên di navbera Yunanistan û Tirkîyê bi dehsalan e aloz in. Di destpêka vê salê de, dema bi hezaran penaber û koçber ku Tirkîyê maldarî dikir, hewl dan ku bi zorê sînorê Yunanistan derbaz bikin, nava her du welatan de neqaşekê tund ya devkî pêk hat.

Di heman demê de Yunanistan û Tirkîyê li ser pirgirêka Qibris ya ku bi etnîkî parçebûyî jî li hev nakin.

Yunanistan bi sedema peymanekê di navbera Lîbyayê û Tirkîyê hatibû îmze kirin, ku sînorên deryayî jinûve dihesibîne, rê liber lêgerîna çavkanîyan vedike û girava Yunanî ya Gîrîtê dike bin xeterîyê, bi hêrs e.

XS
SM
MD
LG