Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Oxford: Encamên Ceribandinên Vaksîna Dijî Korona Erenî Ne


Dîmenek ji xebatên Zanîngeha Oxford bo perpûna vîrusa korona.Hezîran 25,2020 Oxford, Brîtanya

Zanyarên Zanîngeha Oxfordê îro Duşemê ragihand ku encamên vaksîna vîrusa korona ya asta ceribandinê nîşan daye ku ew perpûn ewle ye û dijî vîrusê parastinê pêk tîne.

Ev perpûna Zanîngeha Oxfordê û AstraZeneca li ser sedan kesan hatiye ceribandin.

Lekolînerên Brîtanî cara yekê di meha Nîsanê de, ser nêzîkî 1.000 kesan kirin dest bi ceribandina perpûnê kiribûn û nîvê wan kesanan perpûna ceribandinê bi kar anîbûn.

Ev ceribandinên destpêkê bi armanca nirxandina ewlehîyê û dîtina şewaza parastinê ya derketî tên çêkirin, lê ev nikare xuya bike ku vaksîn parastineke giştî dike yan ne.

Di lêkolîna îro Duşemê di kovara Lancet de hate weşandin, zanyar dibêjin ku wan dîtine ku vaksîna wan ya di asta ceribandinê ya COVID-19, pişti du mehan ji perpûnkirinê di mirovên navbera 18 û 55 salî de, duqat parastinê afirandiye.

Dr. Adrian Hill, Berpirsê Enstîtuya Jenner li Zanîngeha Oxford got ku ew hema hema di ser her kesê de bersîvek baş ya parastinê dibînin.

“Tiştê ku ev vaksîna bi taybetî baş dike ew e ku her du milên sîstema parastinê jî dide xebitandin. Jibo nirxandina bandora perpûnê, li Brîtanya bi tevlîbûna 10,000 mirovan û herwiha li Afrîqaya Başûr û Brezîlya ceribandinên berfirehtir hîn jî didomin. Di demekê kurt de li Amerîka jî ceribandin wê destpê bikin û armanca me tevlîbûna nêzî 30,000 kesan e.”

Hill bal kişand ku derzi jibo kêmkirina nexweşîyê û rawestandina derbazbûna kesên din hatiye çêkirin.

“Di çekirina perpûnê de vîrusek bê zarar hat karanîn. Ew şewazeke vîruseke sar e ku bi rêya endezyarîyê hatiye çêkirin û ew vîrus nikare belav bibe. Bi vî awayî proteîna sipî ya vîrusa korona dikeve nav laşê mirovan ku sîstema parastinê ya mirovan bide xebitandin.”

Dr. Hill bi berdewamî da zanîn ku wan bi kompanîya dermançêkirinê AstraZeneca re hevkarî kiriye ku vaksîna wan di asta cîhanê de were çêkirin û berî niha AstraZeneca biryar daye ku 2 mîlyar perpûnan çêke.

Gelek welatan wek Almanya, Fransa, Hollanda, Îtalya,Amerîka û Brîtanya peyman îmza kirine ku bi sed hezaran mîlyonan perpûnan bikirin û radestkirina yekê jibo payîzê hatiye plan kirin.

Sîyasetvanên Britanî soz dane ku ger bandora vaksînê were piştrast kirin, Britanî dê gelê yekê be ku vê perpûnê wergire.

XS
SM
MD
LG