Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya ji Kompanîya Pfizer 90 Mîlyon Dozên Vaksîna Korona Dikire


Karbidestên Brîtanî dibêjin ku wan peymanek îmza kiriye ku 90 mîlyon dozên vaksîna vîrusa korona bikirin ku niha di asta ceribandinê de ye.

Perpûna ku ji hêla kompanîya dermanan Pfizer û yên din ve hatine peydakirin.

Hikûmeta Brîtanya îro Duşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku ji bilî wergirtina perpûna ceribandinê ya kompanîya Valneva, wê peymaneke vaksînê ya bi Pfizer û BioNTech jî girêdaye.

Berîya niha jî Brîtanya bi AstraZeneca re peymanek îmze kiribû ku 100 mîlyon dozên vaksîna vîrusa korona ku ji hêla Zanîngeha Oxford ve tê ceribandin bikire. Tê hêvî kirin ku encamên ceribandina vê perpûnê îro Dûşemê were ragihandin.

Tevî ku hîn ne zelal e ku kîjan derzi wê dijî vîrusê bi bandor be, Brîtanya û dewletên din yên dewlemend, lêkolînên peydakirina vaksînê dikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku peydakirina vaksînan bi giştî peyvajoyeke dirêj e ji qonaxa destpêkê heta asta ceribandinê bi salan didome.

XS
SM
MD
LG