Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Ragihand ku Leşkerekî Wê li Îraqê Hate Kuştin


Leşkerên Tirk li bakurê Îraqê dijî serhildeyên Kurd
17 Hezîran, 2020,
Leşkerên Tirk li bakurê Îraqê dijî serhildeyên Kurd 17 Hezîran, 2020,

Leşkerekî Tirk îro Yekşemê di pevçûnên bi serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, li bakurê Îraqê hate kuştin.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku "di encama pevçûnên bi terorîstan de, li herêma Operasyona "Pencê- Piling” ya li Îraqê de leşkerek şehîd ketiye”, lê cîhê ku şer pêk hatiye dîyar nekir.

Tirkîyê di 17'ê Hezîranê de dijî PKK'ê êrîşeke operasyineke esmanî û bejeyî destpê kiribû. Serhildayên PKK ji sala 1984'an û vir ve li dijî dewleta Tirkîyê şer dikin.

Artêşa Tirk pir caran dijî bingehên PKK'ê yên li başûrê rojhilata Tirkîyê û li bakurê Îraqê êrîşan pêk tîne.

Li dijî êrîşa herî dawî li Herêma Kurdistana Îraqê nerazîbûnên mezin hatin nişandan û du caran balyozê Tirk yê li Bexdayê li ser vê operasyonê hat hişyar kirin.

Karbidestên Kurd yên Herêma Kurdistana Îraqê dibêjin ku ji destpêka operasyonê, ku nêzîkê du hefte berî niha destpê kiribû, herî kêm 5 sîvîl hatine kuştin.

Lê Tirkîyê dibêje armanca wê PKK ye û artêşa wê her tişt kiriye da ku di êrîşan de sîvîl neyên kuştin û nebin armanc.

XS
SM
MD
LG