Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îdlibê Xebatkarekî Alîkarîyê yê Brîtanî ji Hêla HTS'ê Hat Revandin


Çekdarên HTS'ê li Îdlibê (Arşîv)
Çekdarên HTS'ê li Îdlibê (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Tauqir Şerîf xebatkarekî alîkarîyê yê Brîtanî roja Duşemê ji hêla cîhadîyên Heyet Tahrîr el Şam (HTS) ve hatiye revandin.

Li gor aktivîstên heremê, Şerîf xebatkarekî alîkarîyê ku jibo rexistina Live Updates From Syria (LUFS) dixebitî, li bajarokê Atme ya bakurê Îdlibê ya nêzî sînorê Tirkîyê hatiye girtin.

HTS komeke cîhadî ye ku bakurê rojavayê Sûrîyê kontrol dike û berê wek Enîya Nusra dihat zanîn. Ew hîn jî dijî rejîma Şamê şer dike.

HTS ji hêla Amerîka, Tirkîyê û dewletên din ve wek rexistineke terorîst tê nasîn.

"Endamê tîma LUFS ... îşev di saet 9.30'an de ji hêla HTS ve hatiye revandin û ew ji cîhekî nedîyar re hatiye birin," rêxistina LUFS ser hesabê xwe ya Instgramê ragihand.

LUFS, ser rûpela xwe ya Facebookê xwe wek rêxistineke xêrxwazî ya misilman ya rojavayî dide nasandin ku alîkarîya mirovên koçber yên li Sûrîyê dike.

Heta niha zelal nebû ku sedema revandina Şerîf çi ye. Li gor ragihandina LUFS ya ser YouTube, ew ji sala 2013'an vir ve li Sûrîyê dijî.

Li bakurê rojavayê Sûrîyê gelek komên milîtanên îslamî û komên rikeber hene.

Piştî ku serokê Sûrî Beşar Esad, bi piştgirîya Rûsya heremên bin kontrola xwe berfireh kirin, gelek ji wan koman ji cîhên xwe revîn çûn herêma Îdlibê.

Li wê herêmê herwiha bi sed hezaran derbider jî hene ku bi mecburî malên xwe terkandine û bi alîkarîyên mirovahî jîyanên xwe didomînin.

XS
SM
MD
LG