Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozbekistanê 25 Jin û 73 Zarok ji Kampên El-Hol û Roj Wergirtin


Ozbekistanê 25 jin û 73 zarok ji Sûrîyê anînin

Hikûmeta Ozbekistanê Sêşemê 8ê Kanûnê ragihand ku 25 jin û 73 zarok yên ku li Sûrîyê bi malbatên din yên çekdarên DAÎŞ' ê re li kampan diman, anî welat.

Di daxuyanîya hikûmetê de hat dîyar kirin ku dê wan kesana pêşî ji kontrola saxlemîyê werin derbaz kirin û piştre jibo kar û xanî alîkariya wan bikin. hikûmetê got "Bi armanca ku ew vegerin jiyanek aram û bi tevahî xwe bi civakê re biguncînin, ewê şertên pêwîst bêne afirandin."

Lê, nehatîye eşkere kirin ku ew kes dê li ku bijîn. Jêdereke hikûmeta Taşkentê got ku meha borî bi dehan welatîyên Ozbekistanê li kampên el-Hol û Roj yên li herema Sûrîyê ya di kontrola Kurdan de, di nava şertên xirab de manin.

Bi hezaran kesên ji Asyaya Navîn ya ku piranî Misilman e, ku Ozbekîstan welatê herî qelebalix e, tê bawer kirin ku tevlî DAÎŞ' ê bûne, ewê piranya wan vegerînin.
Gelek welatên Rojavayî jiber ku êrişên gengaz ditirsin li hember vegerandina hemwelatîyên xwe naxwaz in.

Ozbekîstan sala borî jî, 220 jin û zarok ji Sûriyê anîbûn.

UNICEF got ku di Tebaxê de 8 zarokên li kampa el-Hol mirin e, ku zarokên ji 60 welatan, lawaz bûne û herwiha pêketinên COVID-19 yên karmendên kampê, rewş xirabtir kirîye.





XS
SM
MD
LG