Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ozbekistanê Dibêje Ew bi Talîbanê Têkilîyên Rojane Dimeşînin


Ajansa nûçeyan ya dewleta Ozbekistanê UzA, îro ji zarê serokê wî welatî Şevket Mirzîyoyev ragihand ku hikûmet jibo ewlekarîya Ozbekistanê rojane bi Talîbanê têkilîya xwe didomîne.

"Em her roj bi Talîbanê re di têkiliyê de ne. Ez ji her diyalogê re amade me da ku piştras bikim ku şewat ber bi Ozbekistanê ve nêye," UzA ji zarê Mirzîyoyev ragihand.

Wî got ku pêşbînîya Taşkentê ya ser rewşa Afganistanê bû alîkar ku hikûmet berî du salan bi Talîbanê re dest bi hevdîtinan bike.

Bi sedan leşkerên Afganî yên ku paşve vekişin di Tîrmeh û Tebaxê de ji ser sînor derbazê nava Ozbekistanê bûn, piştî ku Talîbanê bi lezgînî pêşve diçû.

Lê,Taşkent red dike ku rêberên payebilind yên siyasî yên Afganî li Ozbekistanê ne.

XS
SM
MD
LG