Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 3 Rojnamegerên Ajansa Mezopotamya Hatine Binçavkirin


Ozcan Kiliç
Ozcan Kiliç

Rojnamegerên Ajansa Mezopotamya (MA) Sadîye Eser û Sadik Topaloglu li Îstenbulê ji alîyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Eser û Topaloglu li Midûriyeta Polîsan ya Îstenbulê têne girtin.

Parezerê Eser û Topaloglu, Ozcan Kiliç dîyar kir ku di nava 2 rojan de îfadeya rojnamegeran dê were sitandin.

Kiliç got:

“Niha ti agahî û sucdarkirina hiqûqî tuneye. Tê gotin ku kesêke ser wan îfade daye. Ev kes îdîa dike ku kesên li ajansê dixebitin perwerdeya sîyasî distînin. Lê em naveroka wê baş nizanin.”

Ozcan destnîşan kir ku nûçeyên ajansê Mezopotamya dewlet û hikûmetê nerihet dike.

Wî got:

“Berîya niha bi serdegirtinên ajansê de binçavkirinên komî dihat kirin. Niha jî xebatkar yek û yek bi îdîayan têne binçavkirin û girtin. Bi vê yekê jî nahêlin rojnameger kare xwe bikin. Çêkirina sedemên jibo girtina rojnamegeran hêsan e. An bi îdîayan an jî jiber parvekirinên medya civakî ew têne girtin. Lewma bi taybetî rojnamegerên medya Kurdî bi vî şeklî nahêlin rojnamegerîyê bikin. “

Hêjayî birxistinê ye ku nûçegihana Ajansa Mezopotamya Bêrîvan Altan jî ev 5 roj in li Emnîyeta Mersînê tête girtin. Dîsa nûçegihana ajansa Mezopotamya Ruken Demîr jî 12 Sermawez’ê bi îdîaya ““Li ser navê rêxistinê xebat bi rêve birîye” hatibû girtin.

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00


XS
SM
MD
LG