Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Umît Ozdag Dibêje Hevpeymanîya Ata Pêşîya Serketina Erdogan Girt


Umît Ozdag û Sînan Ogan
Umît Ozdag û Sînan Ogan

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag got ku ger ne Hevpeymanîya Ata bûya wê berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan di gera yekê de bi ser keta.

Ozdag dîyar kir hevpeymanîya wan ji her du hevpeymanîyên serekî, Hevpeymanîya Gel û Hevpeymanîya Netew deng sitandine.

‘’Hevpeymanîyekê Partîya Doza Azad (Huda-Par) re tifaq kir, yekê jî bi Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re. Di encamê de her duyan jî piştgirî dan du hêlan. Girseyeke mezin ya hilbijartinê jî heye ku dibêje ne Huda-Par ne jî HDP.’’

Berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu û Ozdag îro kom bûn.

Ozdag dîyar kir ku ewê agahîyên wê civînê ji partîya xwe re û ji berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Oga re binirxînin û ewê piştre biryara xwe ragihînin.

Wî got ku hin helwestên wan yên serekî hene ku têkoşîna dijî terorê û vegerandina penaberan ji wan daxwazan in.

Berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan di hilbijartina serokomarîyê de 5,17 ji sedê dengan sitandibû.

Partîya Zafer, ku bi sîyaseta dijî koçberan tê zanîn, di Hevpeymanîya Ata de cîh digire.

XS
SM
MD
LG