Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Kujêrê Ozgecan Aslan li Girtîgehê Hate Kuştin


Kuştina Ozgecan Aslan seranser Tirkîyê bûbû sedema nerazîbûnên mezin

Ajansa AFP radigihîne ku kujêrê qîzeke 20 salî ya xwendekara zanîngehê îro Duşemê li hindurê girtîgehê, bi sîlahê hate kuştin.

Kujêr Ahmet Suphi Altindoken, bi tawana kuştin û hewila tecawuzkirina Ozgecan Aslan, ku ew bûyer li seranser Tirkîyê bûbû sedema nerazîbûnên mezin, bi dirêjîya jînê hatibû mahkum kirin.

Bavê Ahmet, Necmettin Altindoken ê 51 salî jî, ku di dema tawanê de alîkarîya kurê xwe kiribû, bi guleyan birîndar bû û niha li nexweşxanê ye.

XS
SM
MD
LG