Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îspanî Hizira Hilbijartinên Pêşdem Dike


Pedro Sanchez
Pedro Sanchez

Ajansa Reuters îro Duşemê ji zarê ajansa EFE ya dewleta Îspanî ragihand ku Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez hizira hilbijartinên pêşdem dike.

Ajansê ji jimareke karbidestên hikûmetê ragihand ku Sanchez dixwaze di 14’ê Nîsanê de hilbijartin pêk bîne.

Li ber e ku parlamana Îspanî roja Çarşemê dengdanê ser pêşnîyara Sanchez ya budceya 2019’an bike, lê Partîya Sosyalîst dijwarî dikşîne ku wê pêşnîyarê bide pejirandin.

Hikûmeta Sanchez heta niha ti daxuyanî nedaye ku raporta EFE rast e yan ne.

XS
SM
MD
LG