Artêşa Pakistanî îro Duşemê ragihand ku mîlîtanên ku ji axa Afganistanê derbaz bûne, serbazekî û leşkerî wê li herêma Bajaur kuştin.
Karbidestên leşkerî dan zanîn ku di êrîşa hember xaleke ewlekarî de 4 leşkerên Pakistanî jî birîndar bûn, lê wan zelal nekir ku êrîş kengî qewimî.
Karbidestan herwiha dîyar kir ku 10 ji êrîşvanan ji alîyê artêşa Pakistanî ve hatine kuştin.
Peywendîyên Pakistanê û Afganistanê, ku her du jî hevalbendên girîng yên Amerîka ne, aloz in jiber ku her du alî hevdu bi hewandina mîlîtanan tawanbar dikin û carna jî teqe li hev dikin.
Hêjayî balkişandinê ye ku Pakistan û Afghanistan xwedîyê sînorekî çîyayî ya bi dirêjîya 2,500 km ne.