Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Piştî Êrîşa Lahorê, Soza Zêdekirina Operasyonên Dijterorê Dide


Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Sharif îro soza zêdekirina operasyonên dijterorê dide, piştî ku peqîna xwekujî ya Yekşemê ya li Lahor ku Krîstîyanan kiribû armanc.

Di wê êrîşê de ku li parkeke şenîbar qewimîbû, 30 ji wan zarok, herî kêm 72 kes hatibûn kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûbûn.

Sharif di axaftina xwe ya televîzyonî de soza tunekirina terorîstan da û got ku ew êrîş wê nikaribin pêşî li operasyonên wan bigirin.

"Terorîst êrîşî armancên nerm yên wek cîhên giştî û parkan dikin û sîvîlên bêguneh dikujin jiber ku hêzên me ew ji weşargehên wan derxistin, navendên wan yên perwerde ruxandin û binesazîyên wan tune kirin. Jiber ku terorîst tengav bûne, êrîşên wî rengî dikin.”

Berdevkekî artêşa Pakistanî îro ragihandibû ku di çend operasyonên ewlekarîyê de jimareke gumanbar û hevkarên wan hatine girtin, lê wî pirtir hurgilî nedabû.

Hêjayî balkişandinê ye, gruba tundrê Jamaatul Ahrar ku ji Talîbana Pakistanê veqetîbû, berpirsîya êrîşê rakiribû ser xwe û dîyar kiribû ku armanca wan Krîstîyanan bûn.

XS
SM
MD
LG