Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitch McConnell Û Pakîta CARES II


Serokê Piraniya Senatoyê Mitch McConnell

Serokê Piranîya Senatoyê Mitch McConnell amade ye ku evro roja Pêncşemê pakîteka 1 trîlyon dolarî ya alîkarîya COVID -19ê eşkere bike di nav gengeşîyên Komarîyan da li ser lêçûnên mezin û cûdahiya digel Qesra Spî di dema ku krîza vîrusê ber bi xirabî ve diçe.

Pakîta bi navê CARES II, ji pêşnîyarên cewaz yên 10 senetoran pêk dihê û McConnell lêdigere ku stratejîya berê dubare bike û digel Demokratan dest bi danûstandinan bike. Belê wê carê dê zortir be.

Senetorên Komarî û Serok Donald Trump li ser pêşitîyan yek nîn e û Demokrat jî dibêjin ew pakît têrê nake ku krîza tendirustîyê rawestîne, jinûve dibistanan veke û alîkarîya bêkarên Amerîkî bike.

Li gor Komarîyekî, çav li rê ye, ku serokê Komarî piştî vebûna Senetoyê axiftinekê bike û paşî senator dê beşên cûda yên pakîtê pêşkêş bikin.

Nayê çaverê kirin ku pakît çi diravan dabîn bike bo eyalet û bajarên kêmasîya diravan heyî belê Komarî 105 mîlyar dolaran bo jinûve vekirina xwendingehan û 15 mîlyar dolaran jî bo malên navendên zarokan pêşnîyar dikin da ku jibo zarokan derdorek ewleh bihê afirandin di dema pandemîyê da.

Li alîyê din 600 dolarên alîkarîya heftîyane roja Înê dawî dibe û dibe ku dabikeve 200 dolaran û paşî li gor alîkarîya rêjeya bêkarîya eyaletan dê bihê rêxistin.

Ji 105 milyar dolaran ji bo perwerdê, Komarî 70 mîlyar dolaran dixwazin bo alîkarîya jinûve vekirina xwendingehên K-12 bikin, 30 mîlyar dolaran ji bo zanîngehan û 5 mîlyar dolaran jî ji bo walîyan dixwazin da ku ew belav bikin.

Rêveberiya Trump dixwest ku diravê xwendingehan bo jinûve vekirina wan ve girê bide, lê di pakîta McConnell da diravên jibo K-12 dibe ku di navbera xwendingehên ku bi awayek fîzîkî perwerdê didin û yên din da dabeş bibe.

Demokratan, ku du meh berê pakîta 3 trîlyon dolarî ya Nancy Pelosiyê erê kiribû, gotin ku nakokîyên di navbera Trump û Komarîyan di dema krîzê da alîkarîya pêwîst jibo Amerîkîyan direng dike.

Di pakîta xwe da, Demokrat 430 mîlyar dolaran daxwaz dikin da ku xwendingehan jinûve vekin, alîkarîya mezintir jibo bêkaran bikin û 1 trîlyon dolaran jibo eyalet û rêveberîyên herêmî dabîn bikin.

McConnell pêşniyara xwe wekî "xala destpêkê" di danûstandinên digel Demokratan da dibîne. Kongresê di meha Adarê da pakîta CARES ya 2.2 trîlyon dolarî erê kiribû ku ew jî di cûreya xwe da alîkarîya herî mezin bû di dîroka Amerîkayê da.

Dîsa jî, hinek Komarîyan gotin ku ne pêkan e ku ew alîkariyeke nû erê bikin.

"Ez pêwîst nabînim," Senator Ron Johnson, R-Wis., roja Çarşemîyê gote rojnamevenan.

XS
SM
MD
LG