Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Komên Oldar Guh Nadin Qedexeyên Pêşîgirtina Korona


Peşawar, Pakistan, Adar 3, 2020

Bi hezaran misilmanên oldar fermanên hikûmeta Pakistanê yên qedexekirina civînên girseyî yên olî, binpê kirin ku dawîya meha borî bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona hatibûn derxistin.

Li Pakistanê, ku li cîhanê welatê duyê yê herî qerebalix yê Misilmanan e, heta niha 5,300 kes tûşî vîrusa korona bûne û 93 kes jî mirine.

Zêdetirî 60% pêketîyên vîrusa korona li Pakistanê heta niha bi hecîyên ji Rojhilata Navîn dizivirîn û şagirtên komeke tund ya bi navê Cemaata Tebligî ve tê girêdan.

Lê metirsîya zêdebûna nexweşîyê heye jiber nimêjên civakî di mizgeftan da bi taybetî rojên Înê, ku roja îbadeta Îslamê ye.

Paşê, du hefteyên din jiber destpêka meha Remezanê dibe ku hejmara kesên beşdarî nimêjan dibin zêde bibe û karbidest hewil didin ku serederîyê bikin.

Tevî ku Civata Îdeolojîya Îslamî ku şevirmendîya hikûmetê dike, li ser babetên olî bang li mela û bîrragiştî kiribe ku hevkarîyê digel tedbîrên hikûmetê bikin, hinek mela û rihsipîyên herêmî dijî qedexekirinê derketin.

Pêşengekî navdar yê partîyeke olî hefteya borî di merasima veşartina miriyekî de, li pêş hezaran gotibû ku fermanên hikûmetê yên sînordarkirina civatê nayê pejirandin.

Li Qaraçî ya bajarê herî mezin ya Pakistanê, polîsan Îna borî bûn êrîşan, dema wan hewil dida ku li mizgeftekê nimêj betal bikin.

Di pevçûnan de polîseke jin birîndar bûbû û di hefteya çûyî de jî, polîsan gule li esmanê rêşandin da ku komeke hêrsbûyî rawestîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku li bajarên din, polîs çavên xwe li hinek civînên mizgeftan dimiqînin.

Înîya borî yek ji hashtag’ên herî populer ya ser Twitterê li Pakistanê "Ey gelê Misilman, mizgeft gazî we dike" bû.

Roja Înê li paytext Îslamabadê bi sedan kes li yek ji mizgeftên herî mezin, ku sê kîlometre dûrê avahîya hikûmetê û parlamana Pakistanê bû, bê astengîyan civîbûn.

Di 27’ê Adarê de, karbidestan 88 doz li dijî rêvebirên mizgefta li Qaraçî vekiribûn û 38 kes girtin ku dijî qedexeyên ser nimêja girseyî ya roja Înê derketibûn derve, lê piştî rojekê doz hatibû betal kirin û ew hemî hatibûn berdan.

XS
SM
MD
LG