Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 5 Endamên Ewlekariyê Têne Kuştin


Berpirsên Pakistanê dibêjin 5 serbazên wan hatin kuştin di encama du êrîşên ciyawaz de ku gumane çekdaran pêk aniye.

Du berpirsên agahdariyê dibêjin bumbeyeke ser rê îro Yekşemê li gundewarê Quetta teqiya dema derbasbûna erebeyeke nîv leşkerî û di encamê de 3 serebaz hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Du berpirsên din got bumbeyeke rokêt erebeyeke ewlekariyê li bakurê Wezîristanê kir armanc, du serbaz kuştin û 2 birîndar kirin.

Berpirsan hemî nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Ta amadekirina vê nûçeyê kesekî berpirsiyariya van êrîşan ranegihandiye.

Quetta paytexta Baluşistanê ye, cihê ku cudaxwazên Baluş çalakiyên serhildêr birêve dibin.

Herdû herêm jî rastî êrîşên tundrewên Îslamî hatine.

XS
SM
MD
LG