Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 20 Kes di Encama Erdhejekê de Hatin Kuştin


Di encama erdhejekê de li başûrê rojavayê Pakistanê roja Pêncşemê bi kêmî 20 kes hatin kuştin û bêtirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Jîyolojî ya Amerîkî got ku erdheja bi hêza 5.7 dora 100 kîlometreyan li rojhilatê bajarêa Quetta yê nêzîk sînorê Pakistanê da. Ew nêzîkî 20 kîlometreyan li jêr rûyê zemînê bû.

Gelek ji qurbanîyan di xew de bûn dema ku erdhej qewimî û bû egera roxandina xanîyên wan.

Di encama erdhejê de elektrîk hate birîn û karkerên rizgarkirinê neçar man ku elektrîkên destan bikar bînin jibo dermankirina birîndaran li nexweşaneyan.

XS
SM
MD
LG