Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Ji Ber Lehiyan Fermana Derxistina Bi Hezaran Kes Dide


Biryar hat dayîn ku roja Şemiyê bi hezaran mirovên ku li nêzîkî çemên ji ber lehiyê mişt bûne li bakurê Pakistanê derbikevin dema ku hejimara miriyan ji ber barana mewsimî ya wêranker gihiştîye nêzîkî 1,000 bû û dawiya wê dîyar nîn e.

Gelek çem li Khyber Pakhtunkhwa - parêzgehek bedew ya ji çiya û geliyên asê - peravên xwe peqandin, gelek avahî hilweşandin, di nav de otêlek 150 odeyî jî ku di nav lehiyek xurt de hilweşiya.

Barana mewsimî ya salane ji bo avdana zeviyan û dagirtina gol û bendavan li seranserê parzemîna Hindistanê pêdivî ye, lê her sal ew pêleke wêrankirinê jî gel xwe tîne.

Karbidest dibêjin ku lehîya mewsimî ya îsal bandor li zêdetirî 33 mîlyon kesan kirîye û mîlyonek xanî wêran kirîye anjî zererek mezin dayê.

Roja Şemiyê, rayedaran ferman da bi hezaran niştecihên li herêmên di metirsîyê da ku malên xwe vala bikin ji ber ku çem hêşta negihîştîye asta herî zêde.

Karbidest dibêjin ku lehîyên îsal wek ya sala 2010an e ya herî xirab ya ku hatî tomar kirin ku zêdetirî 2,000 kes miribûn û nêzîkî pêncîyeka welatî di bin avê de mabû.

XS
SM
MD
LG