Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Pakistanê Rastî Peqînan Tê 31 Kuştî Û 40 Birîndar


Dîmenên Êrîşa Xwekujî, Quetta- Pakistan Çarşem 25 Tîrmeh/ 2018
REUTERS
Dîmenên Êrîşa Xwekujî, Quetta- Pakistan Çarşem 25 Tîrmeh/ 2018 REUTERS

Di êrîşa xwekujî ya roja Çarşemê de li bingehekîî dengdanê yê bajarê Quetta li Başûrê Rojavayê Pakistanê, herî kêm 31 kes hatin kuştin û 40 kes birîndar bûn.

Bûyera peqînê piştî destpêkirina dengdanê ya hilbijartinên parlemena pakistanê bi çend demjimêran pêkhat, ku mîlyonan kes îro Çarşemê dê dengê xwe bidin.

Berpirsekî polîsên Pakistanê gote Dengê Amerîka, kesek li ser motorsiklê di êrîşek xwekujî de, êrîşî bingeha dengdanê kirîye li bajarê Quetta, dema qelebalixa girseya gel li dervey bingeha dengdanê hebû.

Weke berpirsê polîsan li herêmê dibêje, qorbanên wê êrîşê dengder, polîs, çalakvanên partiyên siyasî û karmendên hilbijartinan hene.

DAIŞ'ê xwe berpirs ji êrîşa şîdetkar ragihand, ya Çarşemê li Quetta pêkhatî, Quetta paytexta herêmî ya Baluxistanê ye, meha bûrî li heman herêmê DAIŞ'ê êrîşek din li dij girseya gel ya propagendeya hilbijartinan pêk anî bû di encam de 149 kes hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG