Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Pakistanê Huşdariya Xerabûna Rewşa Ewlekarî Dide


Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureşî

Wezîrê derve yê Pakistanê bang li civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kir ku bala xwe bide gefên ku Hindistanê li Pakistanê dixwe, piştî êrîşa xwekujî ya li Keşmîrê ku di encamê de bêhtirî 40 serbazên Hindistanê hatin kuştin.

Şah Mehmûd Qureşî di nameyekê de ji bo civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî, roja Înê huşdarî da ku rewşa ewlekarî li herêmê têk diçe, di demekê de ku Hindistanê gefa bikaranîna hêzê li dijî Pakistanê dixwe.

Pakistan dibêje destê wê di êrîşê de nebû.

Êrîşa Pulwama ya hefteya borî nakokî di navbera herdû welatên xwedî çekên navokî Pakistan û Hidistanê de gur kirin.

Hisditanê Pakistanê bi wê êrîşê tawanbar dike, ku xerabtirîn êrîş bû ji dema destpêkirina şerê çekdarî yê Keşmîr ve, di sala 1989ê de.

XS
SM
MD
LG