Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan 4 Mîlîtanên Girêdayî Gurûpa Dewleta Îslamî Dikuje


Ajansa Pakistanê ya dijî terorê dibêje polîsên agahdariyan êrîşî cihekî nehênî yê mîlîtanan li daristaneka rojhilatê welêt kir û 4 endamên gurûpeka girêdayî dewleta Îslamî kuştin.

Ajansê di daxuyaniyekê de got êrîş li navçeya Bahawalpur a parêzgeha Punjabê bû, ku tundrewên Misilman ên Sunnî lê bi hêz in.

Wê got polîs hin çek û alavên çêkirina bumbeyan desteser kirin û êrîşeke wan beravêtî kirin.

Daxuyaniyê idîaa kir ku mîlîtanan dixwest cihên nimêjkirinê bikin armanc, lê agahiyên berferh li dor wan cihan dabîn nekirin.

Hêzên ewlekariya Pakistanê di van salên borî de li herêma sînorî ya li gel Afganistanê êrîşên wiha li dijî cihên nehênî yên çekdaran kirine.

Çekdar van herêman wek bingeh ji xwe re bikar tînin, di nav de jî mîlîtanên girêdayî gurûpa Daişê ku di van damên dawî de hin êrîşên çekdarî pêk anîne.

XS
SM
MD
LG