Serleşkerî berê yê Pakistanê Perwîz Muşerref roja Yekşemê di 79 saliya xwe de piştî nexweşiyek dirêj li nexweşxaneyeke Dubai koça dawî kir.
Muşerref di sala 1999an de, bi kudetaya bêxwîn desthilatdarî bi dest xist û dema ku êrîşên 11ê îlonê li dijî Amerîkayê pêk hatin, wî wek serfermandarê artêşa Pakistanê, serekê rêvebir û serokê Pakistanê kar dikir.
Di dema destêwerdana Amerîka li Afghanistana cîran de, General Muşerref bû hevalbendê herêmî yê sereke yê Washingtonê û ji çend hewildanên kuştinê yên mîlîtanan rizgar bû.
Baskê medyayî yê artêşê di daxuyaniyeke kurt de got ku fermandarên leşkerî yên payebilind "xemgîniya xwe ji ber mirina General Perwîz Muşerref radigihînin. Xwedê rehma xwe li giyanê wî bike û hêzê bide malbata wî."
Generalê çar stêrk sibeha Yekşemê li nexweşxaneyê li Dubai mir, li gorî raportên medyayî û karbidestekî ewlekarî yê payebilind ku ji AFP re axivî.
Karbidestê ku xwest navê wî neyê eşkerekirin got,"Ez dikarim piştrast bikim ku generalê nemir vê sibê li Dubai nefesa xwe ya dawî kişand."
Di nêzîkê neh salên desthilatdariya welat de, Muşerref serperiştiya geşbûn aboriyê kir ku bi beşekî mezin bi saya alîkariyên ji Washingtonê bû ji bo piştgirîya şerê li dijî terorê. Lê şer zû ber bi deverên sînorî yên Pakistanê ve çû.
Muşerref du caran destûra Pakistanê hilawêst û got ku ew "tenê kaxezek e ku meriv wê davêje selika gemarê" û pîvanên awarte bicih kirin dema ku hewildaneke ji kar dûrxistina serokê dadweriya welat bû sedema xwepêşandanên bi mehan.
Ew her weha ji hêla komên mafên mirovan ve bi binpêkirinên berfireh, dorpêçkirina bi hezaran dijberên siyasî û opozisyonê hate tawanbarkirin.
Piştî kuştina seroka opozisyonê Benazir Bhutto di Kanûna 2007an de, hesta netewî hîn bêtir xirab bû û ziyanên giran ên ku gihîştin hevalbendên wî di hilbijartinên 2008an de, ew îzole kir.
Di heman salê de wî dest ji kar kişand û neçarî sirgûnêyê bû.
Çavkanî: AFP