Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbaniyên Şewata keştiya Pakistanê 17 Mirî Û 20 Windayî


Ajansa Reuters roja Çarşemê ji bajarê Quetta yê Pakistanê ragihand ku, şewata berî rojekê bi keştiya petrol ketî heta niha ya berdewame û karmendên agirvemriandinê hewil didinkontrol bikin, lê qurbaniyên bûyerê çendî diçe zêde dibin û agir nehatiye vemirandin.

Weke karmendên agirvemirandinê dibêjin heta niha 17 kes mirine û zêdetirî 20 kesan jî di windane, ev qurbanî ji encama peqînên lidûhev û agirê bihêz yê bi keştiyê keftî peyda bûne.

Zulfeqar Buxarî berpirsê herêmî jibo Reuters daye xweyakirin, yekem peqîn doh roja Sêşemê di keştiyê de pêk hat, piştî keştiya ji kar ketî ji aliyê karkeran ve dihat lehîmkirin ku gelek nêzîkî keştiyek din ya petrol bû ev bûyer qewimîye.

Buyer li Gadani derbenda avî pêkatiye ku 45 kîlometran ji bajarê Karaçî dûre, Buxarê herweha dibêje agirê bi keştiyê keftî heta niha tê berdewamkirin.

Buxarî dîsan dibêje, karmendên di keştiyê de, kar dikirin nêzîkî 58 kesan bûn, 17 mirine û nêzîkî 20 heta 25 kesan di windane.

XS
SM
MD
LG