Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan jibo Peymaneke Sîyasî Bang li Alîyên Afganî Dike


Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureyş

Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureyşî îro Duşemê berî serdana xwe ya çend welatên heremê, preskonferansek li dar xist.

Wezîr Şah Mahmûd Qureyşî bang li Talîban û rêberên din yên Afganîstanê kir da ku demûdest peymaneke sîyasî ya berfireh îmza bikin.

Qureyşî roja Sêşemê dêst bi serdaneke heremî dike ku di nav de Ozbekistan, Tacikistan, Turkmenistan û Îran jî hene û li ber e rewşa Afganistanê bîne rojevê.

Qureyşî herwiha da zanîn ku wî bi rêka telefonê bi karbidestên Çînî re,0 heman mijara Afganistanê gotûbej kiriye.

Wî kêfxweşîya xwe dîyar kir ku Talîbanê, serokê berê yê Afganî Hamîd Karzaî jî di nav de, bi hîn rêberên din yên welêt re danûstandinan dike .

Qureyşî got ku Pakistan dê bo çareserîyeke aştîyane, ku di encama danûstanên sîyasî de pêk were, rola xwe bicîh bîne.


XS
SM
MD
LG