Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: Emê Bersîva Êrîşa Hindistanê Bidin


Xwepêşandanerên Pakistanî

Hikûmeta Pakistanê ragihand u ewê bersîvê bidin êrîşa esmanî ya Hindistanê.

Daxuyanîya ser ‘’bersîvdana bo êrîşa esmanî’’ piştî kombûna Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Pakistanê hat dayîn.

Hindistanê dîyar kiribû ku hêzên wan sînor derbaz kirine li Pakistanê dijî ‘’kampên terorê’’ erîş li dar xistine.

Berdevkê Artêşa Pakistanê Asif Ghafoor got ku ‘’Divê Hindistan bo surprîzan amade be’’

Serokomarê Pakistanê Arif Alvî jî da zanîn ku ew di têkbirina terorê de serkeftî ne û dîyar kir ku hêza wan têra berevanîya welêt dike.

Hindistanê piştî 50 salan li axa Pakistanê êrîşa esmanî li dar xistibû.

XS
SM
MD
LG