Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmran Xan Ser Girjîya Pakistan û Hîndistanê Banga Dîyalogê Dike


Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ser girjîya bi Hindistanê re gur dibe banga dîyalogê kir.

Îmran Xan dîyar kir ku bo alozî kêm bibe divê ew bi awayekî aştîyane tevbigerin.

‘’Dîrok nîşan dide ku ceng bi hesabkirinên şaş dagirtî ne. Pirsa min, gava em çekên di destê xwe de bifikirin, em dikarin bedela vî hesabî bidin yan na. Divê em rûnîn û biaxifin.’’ Îmran Xan got.

Artêşa Pakistanê ragihandibû ku dijî Keşmîra di bin kontrola Hindistanê de êrîşa emsanî li dar xistiye. Li gor daxuyanîya Artêşa Pakistanê, êrîş wek bersîvdana êrîşên esmanî yên Hindistanê pêk hatin.

Karbidestên Pakistanê dîyar kiribûn ku wan du firokên cengê yên Hindistanê xistine xwarê û du pîlot dîl girtine.

XS
SM
MD
LG