Parlemantoya Pakistanê îro Duşemê Şehbaz Şerîf, wek serokwezîrê nû yê welêt hilbijart, piştî do Yekşemê serokwezîrê berê Îmran Xan dengdana bawerîyê ya li parlamentoyê hinda kir û ji kar hate dûr xistin.
Şerîf yê 70 salî, li Pakistanê rêvebirekî bi bandor yê navdar e û herwiha ew birayê piçûk yê serokwezîrê berê yê bo sê caran, Newaz Şerîf e.
Pispor dibêjin ku Şehbaz, berevajîya Nawaz, bi artêşa Pakistanê re xwedî tekilîyên baş e, ku ew artêş di sîyaseta derve û berevanîyê de xwedî bandoreke xurt e.
Şerîf herwiha wek dostê welatên Rojavayî jî tê zanîn.
Piştî dengdanê, Şerîf soz da ku ewê keşeyên wek krîza aborî, daketina nirxê dirava pakistane Rupi û pirsgireka banka navendî ku hefteya borî rêjeyên faîzê yên herî bilind yên deh salan ragihand, çareser bike.
“Heke divê em keştîya noqbûyî rizgar bikin, divê em hemî bi yekrêzî bixebitin,” Şerîf got.
Wî bi got ku ew îro dest bi serdemeke nû ya pêşveçûnê dikin.
Serokwezîrê berê Îmran Xan ji hêla partîyên koalîsyona xwe ve hate terikandin jiber ku ew Xan bi aborîya hilweşî ya welêt tawanbar dikin û herwiha dibêjin ku wî sozên xwe bi cîh neanîne.
Piştî daxistina Îmran Xan, li serenserê Pakistanê îro bi hezaran alîgiren wî bo piştvanî derketin kolanan û xwepêşandanên girseyî li dar dixin.
Ji alîyê din ve, zêdetirî 100 parlementerên Partîya Tehrîk-e-Însaf ya Xan dijî guhertina serokwezîr û hikûmeta Xan, îro kar vekişîna xwe ragihandin.
Ger karvekişîna wan 100 parlementeran were qebûl kirin, divê di nav du mehan de hilbijartinên pêşwext werin kirin da ku 100 parlementerên nû werin bijartin.