Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistan'ê ji Hefteya Borî ve 100 Kes Hatin Kuştin


Polîsên Pakistanî li pêş dadgehê

Reuters'ê do Sêşêmê ragihand ku li Pakîistan'ê di êrîşeke xwekuj ya li pêş dadgehekê de 5 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Asayîşa Charsadda da zanîn ku êrîşkar 3 kes bûne ku yekî ji wan xwe li pêş dadgehê peqandîye û 2 jî berî bikevin hindurê dadgehê hatine kuştin.

Cemaat-ur Ahrar, ku baskeke Talîbana Pakistanî ye, berpirsîya êrîşê tavilê girt ser xwe. Rêxistina Îslamî, hefteya borî vîdeoyek weşandibû û tê de dîyar kiribû ku ewê rêzêk êrîşên li dijî hikûmet, dadgeh û polîsan li dar xîne.

Ji hefteya çûyî ve nêzî 100 kes di êrîşên xwekuj de hatin kuştin ku ev nîşana rojên herî xwînî ya dîroka Pakistan'ê ye.







XS
SM
MD
LG