Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: 128 Kes di Êrîşeke Xwekuj de Hatin Kuştin


Li Pakistanê di êrîşeke xwekuj de 128 kes hatin kuştin.

Li Mastung ya Kuetta ya paytaxta Belucistanê, ku li başûrê rojavayê Pakistanê ye, di mîtînga hilbijartinê de êrîşa xwekuj pêk hat.

Di êrîşê de, berbijarê parlamenterîyê yê Partîya Avamî ya Belucistanê (BAP) Navabzade Siraj Raisani jî hat kuştin.

Karbidestên Pakistanî dîyar dikin ku zêdetirî 150 kes di êrîşê de birîndar bûne.

Di nav hefteyekê de, dijî çalakîyên hilbijartina 25’ê Tîrmehê sê êrîş pêk hatin.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa li Mastungê girt ser xwe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG