Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistanî Xelata Amerîkî ya Ser Damezrênerê Gruba Mîlîtan Şermezar Dikin


Xwenîşanderên li seranser Pakistanê roja Înîyê herikîn kolanan da ku xelata Amerîkî ya li ser girtina Hafiz Mohammad Saeed şermezar bikin.

Amerîkayê ragihandibû ku ew dê 10 mîlyon dolar xelat bide wan kesên ku agahdarîyên girtin yan jî darizandina Saeed didine wan.

Hafiz Mohammad Saeed gruba mîlîtan ya Pakistanî, Lashkar-e-Taiba damezrandibû ku êrîşa terorîstî ya 2008’an ya li Mumbai ya Hîndistanê pêk anîbû. Di wê êrîşa kujêr de 166 kes hatibûn kuştin ku 6 ji qûrbanîyan Amerîkî bûn.

Bi sedan bizavkarên Îslamî îro Înîyê li paytaxt Îslamabad û bajarê Peşawer ya bakurê rojava xwepêşandan kirin.

XS
SM
MD
LG