Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Giştî yên Pakistanê li 11’ê Gulanê Têne Kirin


Parlemana Pakistanê
Parlemana Pakistanê
Pakistanê ragihandîye ku hilbijartinên giştî yên welêt dê li 11’ê Gulanê bêne kirin, jibo yekem hikûmetê biguhere ku gera xwe ya pênc salan bi temamî diqedîne.

Tê çaverê kirin ku hikûmeteke demkî were bijartin ku heta çaxê hilbijartinan kar bike.
Hikûmeta nû dê dijî krîza enerjîyê, alozîyên aborî, bertîl û perexwarin û rewşa xirab ya ewlekarîyê tekoşîn bide.

Heta vê gavê, hikûmetên ku bi awayekî demokratîk li Pakistanê hatine hilbijartin, gerên xwe heta dawîyê temam nekirine jiber ku yan bi derbeyên leşkerî dihatin hilanîn yan jî ji alîyê serokên nêzîkî artêşê ve li ser tawanên bertîl û perexwarinê û herwiha zordarîyê dihatin guhertin.
XS
SM
MD
LG